BI DÎMEN

Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû nêzîkatiya 'Dewlet wê gavê biavêje yan neavêje' rexne kir û destnîşan kir ku pêşketinên demokratîk timî bi têkoşîna civakê dibe.

MÛSTAFA KARASÛ

Di bernameyeke taybet de ku li Medya Haber TV hate weşandin, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er û hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re, qanûna çarçoveyê ya ku li nava raya giştî tê nirxandin û meseleya Elewiyan nirxand.

Demek e têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş dewam dike. Di nava nîqaşa 'Gelo krîzek heye yan na' dawiya dawî hevdîtin pêk hat. Li Enqereyê gelekî liv û teger heye. Serokê Meclîsê serdana lîderên gelek partiyên siyasî kir. Li gorî daxuyaniya wî, qanûna çarçoveyê wê hefteya bê bikeve rojeva p arlamentê. Bêguman em bi naveroka wê nizanin, lê belê em ê vê ji we bipirsin. Rewşa dawî çi ye? Ti agahiyek li ser naveroka wê gihîştiye ber destê we?

Weke ku we jî got 2 meh bûn ku hevdîtin bi Rêber Apo re nedihate kirin. Ya rast ev yek li dijî karakterê pêvajoyê ye. Mijareke ewqasî girîng. Ew bi xwe jî gelekî girîng dibînin. Digotin ku wê pirsgirêkeke sed salî biqedînin, asoyên nû dînin ber Tirkiyeyê. Lê belê di mijareke bi vî rengî de astengkirina hevdîtina bi muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo re ya du mehan, bivê nevê li nava me jî li nava derdorên cuda jî pirsa 'Gelo çi dibe' bi xwe re anî. Me ev yek rexne kir, helwesta xwe diyar kir. Em li ser wê yekê sekinînin bê divê dewlet çawa nêzîk bibe. Piştî vê nirxandina me bi Rêbertî re piştî du mehan hevdîtin hate kirin. Bêguman lidarketina vê hevdîtinê vê yekê nîşan dida; hin pirsgirêk hene lê belê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nîqaş hene. Nirxandin û nêzîkatiya me ew e ku bi vê hevdîtinê re tê xwestin ku ev pirsgirêk ji holê bê rakikrin.

Ji xwe hevdîtin pêk hat. Heyeta DEM Partiyê çû hevdîtinê. Daxuyanî dan. Nêzîkatiya Rêber Apo hebû. Bi taybetî destnîşan kir ku divê dewlet bi rengekî teng û sivik nêzîk nebe. Anî ziman ku divê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan jinûve pêk were, di vê mijarê de em, gelê Kurd amade ye, ji vê xwişk û biratîbûnê re amade ye. Bêguman ev xwişk û biratîbûn divê li ser bingeha mafan be, li ser bingeha mafên bingehîn ê gelê Kurd be. Ji xwe em jî vê dibêjin, muxatabên me jî bi vê zanin. Lewma ji bilî yên di ser çapemeniyê re hate ragihandin agahiyeke kurt ji me re hat. Hate ragihandin ku wê di demeke nêz de li ser vê hevdîtina ji pênc saetan agahî ji me re bê dayin û nêrîna me bê wergirtin. Rêber Apo nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da; Pêşnûmeyek radestî Rêber Apo hate kirin, li ser wê rawestiya. Rêber Apo ji bo vê pêşnûmeyê got, 'Dibe ku kêmasiyên xwe hebe, lê belê ji bo avêtina gavekê, ji bo vekirina deriyekî destpêk e', nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da.

'PIŞTÎ KU ME PÊŞNÛME DÎT EM Ê HELWESTA XWE BI ŞÊNBERÎ NÎŞAN BIDIN'

Rêber Apo bi eşkere got, qanûneke bi vî rengî dikare bibe, dikare bibe destpêkek lê belê piştî wê jî divê hebe. Bêguman em jî li benda pêşnûmeyê ne. Demekê pêşnûme hate gerandin, di ser çapemeniyê re gihîşt me jî. Bêguman aliyekî qebûlkirinê yê wê pêşnûmeyê tine bû. Diyar e li ser wê pêşnûmeyê kar hatiye kirin, lihevkirineke bi vî rengî pêk hatiye. Bi taybetî bikaranîna têgehên weke 'rêxistina terorê', ji aliyê pêvajoyeke bi vî rengî ve... Me partî fesix kir, li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Me ragihand ku li ser bingeha statuya têkoşîna siyasî demokratîk dema ku merc bêne afirandin, azadiya fikrî û rêxistinbûnê tam be, di dema nirxandina têkildarî çareseriya prisgirêka Kurd û demokratîkbûnê de li astengiyan rast neyên em dikarin tevlî têkoşîna siyasî demokratîk bibin. Nêzîkatiya me ji xwe ew e. Ji xwe em pêvajoyê rast dibînin û piştgiriyê didin wê.

Bêguman ji ber nêzîkatiya desthilatdariyê gel, dost bi fikar in. Em ji fikaran wêdetir, ji aliyê rê û rêbazên pêşvebirina pêvajoyê ve helwestê nîşan didin, nêrînê diyar dikin. Li aliyê din em vê jî her tim zanin; Pirsgirêk ne ew e ku timî li ser wê yekê bisekinin bê dewlet çi gavê biavêje yan neavêje, yan jî di nava bendewariyê de bimîne. Ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî girîng e ku hêzên demokrasiyê, gelê Kurd bi hêza xwe ya rêxistinî bi xurtî bisekinin û helwestê nîşan bidin. Me ev yek her tim got. Ya ku divê bibe jî ew e. Ji xwe dema ku hat ber me em ê binirxînin. Weke ku Rêber Apo got eger ev destpêkek be, eger deriyek tê vekirin, qet nebe wê pêşî li pêşketinên dema pêş û gavên nû veke, bêguman em ê di nava nêzîkatiyeke teşwîqkirinê de bin. Lê bêguman em li benda pêşnûmeyê ne. Piştî ku me dît em ê helwesta xwe bi şênberî nîşan bidin.

Têkildarî nexşerêyê agahiyek gihîştiye ber destê we?

Niha ji bilî Heyeta DEM Partiyê qenalek heye ku dem bi dem dixebite. Em bawer in wê di ser rê qenalê re agahî ji me re bê. Wê pêşnûme bigihêje me. Em ê binirxînin. Em dikarin vê bibêjin. Di mijara nexşerêyê de jî heta niha agahiyeke şênber ku gihîştiye me nîne. Dema ku agahî hat, dema ku ew nîqaşa ji pênc saetan gihîşt me, herhal li ser nexerêyê em ê hin tiştan hîn bibin. Lê belê tê gotin ku wê biçe Meclîsê, di demeke nêz de bê, di hefteya destpêkê ya meha Tebaxê de dikare derkeve. Nûman Kûrtûlmûş vê yekê piştrast dike. Beriya niha jî gelek caran anî ziman ku wê derkeve. Em jî li bendê ne. Bêguman ji bo me jî girîng e. Bi Partiya Gel a Komarê,  Yenî Yol û partiyên cuda re hevdîtin hatin kirin, ew girîng bûn. Bêguman em dixwazin bi saziyên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê re jî hevdîtin bêne kirin, nêrînên wan bêne wergirtin.

Komîsyona Demokrasî û Xwişk-Biratiyê ava bûbû, li wir îfade hate dayin lê belê di mijara pêşnûmeyê de bêguman baştir dibû ku di asta herî berfireh de raya giştî pê zanîbûya. Divê pirsgirêkên bi vî rengî, bi vî awayî bêne çareserkirin. Bêguman di amadekariya destpêkê de, di hevdîtinên destpêkê de ji ber ku hîn bi têrkerî ne amade bû raya giştî nehatibe agahdarkirin. Lê belê piştî ku heta astekê diyar bû, baştir dibû ku bi saziyên demokratîk re jî bihata nirxandin. Bi partiyan re tê nirxandin. Partiyan ji xwe digotin, ku tiştek ji me re nehatiye. Herhal niha pêşnûme diçe ji partiyan re. Partî jî wê nêrînên xwe yên di vê derbarê de diyar bikin. Dema ket rojeva Meclîsê wê hemû partî nêrînên xwe diyar bikin. Wê bendewariyên xwe jî destnîşan bikin. Piştî ev qanûn derket, wê diyar bikin bê piştî wê divê çi bê kirin. Bi vî rengî herhal wê raya giştî li ser pêvajoyê bêhtir bibe xwedî agahiyan. Dema ku pêvajo hinekî din bi pêş ve çû bi rengekî xwezayî raya giştî jî li gorî van agahiyan wê rêveçûna pêvajoyê bişopîne. Em hêvî dikin ku wê pêşketinên erênî çê bibe.

Nîqaşeke dînamîk, meseleyeke ku du salên dawî em li ser diaxivin. Dema ku mirov li Enqereyê dinihêrin, dibînin ku li ser ewlekariyê li meseleyê dinihêre. Hûn jî dibêjin meseleya Kurd meseleyeke ewlekariyê nîne. Enqere bi giranî dixwaze li ser bêçekbûnê sererastkirina qanûnî bike. Çend gavên girîng hene. Gerîla, gelek girtî li zindanan hene. Di heman demê de gelek siyasetmedarên Kurd li sirgûnê hene. Ji bo tevlîbûna van li pêvajoya siyasî gelo pêşnûmeyeke çawa wê çareseriyê hêsan bike, bi pêş ve bibe?

Di vê mijarê de Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniyê raporek pêşkêş kiribû. Di wê raporê de li çend deveran dihate gotin ku bi polîtîkayên ewlekariyê encam nikare bê bidestxistin. Li aliyê din xalên şeşemîn û heftemîn hebûn. Di wê çarçoveyê de diviyabû gav bihatina avêtin. Bêyî guhertinên qanûnî, destûra bingehîn diviyabû bihata kirin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dadgeha Destûra Bingehîn hene; ev bi cih nehatin anîn. Belê, komîsyon jî dibêje, nabe ku ev tenê pirsgirêka ewlekariyê be. Berê pirsgirêka ewlekariyê hebû lê belê encam bi dest neket. Nirxandineke bi vî rengî hebû. Wê demê divê qanûna nû jî bi vê nêzîkatiyê be.

Temam, bêçekbûn wê bibe. Ji xwe me got, me dawî li têkoşîna çekdarî a li dijî Tirkiyeyê anî. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Eger pêvajoyek wê bi rê ve biçe, çek wê ji dewrê derkeve. Di vê mijarê de îtirazeke me nîne. Lê belê eger ev pirsgirêk tenê di asta bêçekbûnê de bê nirxandin, ev nêzîkatiyeke rast nîne. Ji xwe ew tê wateya neçareseriyê. Eger wê tenê bibe pêvajoya çekdanînê, zarokek jî wê zanibe ku ev çareseriyê bi xwe re nîne. Wê pirsgirêkên nû bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiyeke aqilane û maqûl bê nîşandan. Em vê nêzîkatiyê nîşan didin. Bêguman di vê dewlet û desthilatdarî jî heman nêzîkatiyê nîşan bide.

Du qadên pirsgirêkê hebûn. Ya destpêkê statuya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan. Ya rast Devlet Bahçelî bal kişandibû ser vê statuyê. Ya duyemîn jî ew bû ku dewletê, hikumetê timî dixwest kategorîze bike. Dawiya dawî hat vê nuqteyê. Temam, em ê kategorîze nekin, ji holê rakin. Qet nebe pêşnûmeya ku di çapemeniyê de hate weşandin bi vî rengî bû: em ê du sed rêveberan li derveyî mijarê bihêlin. Têkildarî van herdu pirsgirêkan pêşketinek heye?

Di pêşnûmeya li Îmraliyê hate nîqaşkirin de di vê mijarê de jî nîqaş hebû. Nêrînên cuda hebûn. Em baş nizanin bê nuqteyeke hevpar hate dîtin an na. Lê belê ev eşkere ye, rewşa Rêber Apo nabe ku weke berê be. Ev ne pêkan e. Eger weke berê bûya ev pêvajo nikarîbû bihata meşandin. Hem wê nikaribe têkiliyê bi raya giştî re dîne, nikaribe bi çapemeniyê re ji civakê re biaxive, nikaribe bi me re têkiliyê dîne. Eger rewşa heta niha dewam bike bêguman pêvajo li gorî pêwîstiyê nikare bi pêş ve biçe. Divê dewlet jî bi vê zanibe. Di vê mijarê de divê êdî gavek bê avêtin. Em ji xwe azadiya Rêber Apo dikin armanc. Armanca me ev e. Destpêkê divê xwedî derfetên karkirina azad be û piştî demeke kurt jî Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe kî dikare qala çareseriya pirsgirêka Kurd bike? Di atmosfereke welê de ku neyê zanîn bê Rêber Apo wê azad bibe yan na, gelo kî dikare çi gavê biavêje, pêwîstiyan bi cih bîne? Lewma gerîla jî di vê mijarê de hesas e, em jî hesas in, gelê me jî hesas e.

Ji ber vê jî divê rêyek bê dîtin ku azadiya Rêber Apo pêk bîne. Rewşa niha ji xwe ne ya qebûlkirinê ye. Divê nêzîkatiyek ji wê wêdetir bê nîşandan û bêyî ku dirêj bike divê Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku pêvajo bi vî rengî bi pêş ve diçe. Em dikarin vê bibêjin. Xala din a ku we qalê kir jî; eger qada siyaseta demokratîk wê bê vekirin, di vê mijarê de pêşketin wê çêbibe, beriya her tiştî yên ku li qada siyaseta demokratîk xebitîne û ketine rewşeke neqanûnî, neçar mane ku derkevin dikarin yekser vegerin. Gelek hevalên li zindanê divê derkevin. Daxwazên ku em berê gotin, daxwazê gel herhal wê di vê mijarê de pêşketinê pêk bîne. Eger qanûneke bi vî rengî wê derkeve divê van vehewîne. Divê pêşketineke bi vî rengî bibe. Li gorî me wê bibe.

Di vê çarçoveyê de bendewariya we ji raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, muxalefeta li derveyî parlamentê têkildarî pêvajoyê çi ye? Ji ber ku gelek nîqaş hene. Bi giranî kiryarên antî demokratîk ên AKP'ê têne rexnekirin. Li meseleya bêbaweriyê asê dibe. Di vê mijarê de peyameke ku hûn dixwazin bidin heye?

Bêguman em hin kiryar û polîtîkayên AKP'ê rexne dikin. Karên divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de neyên kirin hene. Li dijî muxalefetê, li dijî saziyên cuda. Bêguman ev mijar têne rexnekirin. Lê belê em bi vî rengî nêzîk dibin; rast nîne ku mirov timî bi fikaran, bi negatîf nêzî pêvajoyê bibin. Ev yek tevkarî û piştevaniyê li pêşveçûna pêvajoyê nake. Ev yek wê bibe temaşevaniyê. Bibe rewşeke tenê rexnekirinê. Pêvajoyeke bi vî rengî heye. Em dikarin vê pêvajoyê çawa bi pêş ve bibin? Em çawa dikarin ji qanûnên negatîf derbasî qanûnên pozîtîf bibin? Di vê mijarê de divê raya giştî ya demokratîk îradeyê nîşan bide. Pêwîste gelê me îradeyê nîşan bide. Gelên Tirkiyeyê îradeyê nîşan bide.

Di vê pêvajoye de divê hêzên demokrasiyê bikevin nava liv û tevgerê. Ev Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrartîk derfeteke bi vî rengî dide. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de her kes dibe xwedî wê zemînê ku gotinên 'divê ev qanûn çawa derkeve, kîjan qanûn hebe, demokratîkbûn divê çawa be' bi kar bîne. Bendewariya me ev e. Divê bi vî rengî bibe. Nêzîkatiya 'Gelo wê dewlet gavê biavêje yan na' li dijî feraseta têkoşîna demokratîk e. Pêşketina demokratîk her tim bi têkoşînê bûye. Bi bendewariyê nebûye, bi têkoşîna civakî bûye. Bi gotina herî sivik, di nava rageşiyeke bi dewletê re pêşketin dibe. Demokratîkbûyîn bêyî rageşiyê nabe, ne pêvajoyeke welê ye ku dewlet êvarê radizê, sibe jî gavê diavêje.

Demokrasî ne bi vî rengî ye. Bi vî rengî nehatiye. Girîng e mirov bi vî rengî li vê pêvajoyê binihêre. Divê gel tevlî vî karî bibe. Hêzên demokrasiyê tevlî bibe. Pirsgirêk ew e ku bêyî bê gotin bê AKP çawa nêzîk dibe, mirov helwesta xwe nîşan bide, helwesta xwe ya rêxistinî nîşan bide. Em li benda vê ne. Di vê mijarê de bi rastî jî kêmasî hene. Gelê Kurd hewl dide. Lê belê di nava hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê de timî gilî û gazin heye, nêzîkatiyeke negatîf heye. Halbûkî em li bendê ne ku bi têkoşînê, ji bo xurtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hêzên demokrasiyê piştevaniyê bikin.

Di vê mijarê de rexne li we jî tê kirin. Dibêjin, 'Çima di nava van mercan de, di nava kiryarên antî demokratîk de hûn bi AKP'ê re diaxivin, aştî ji vir nayê, çareserî ji vir nayê. Ji ber ku bêyî demokrasiyê nabe'. Her wiha derdoreke cuda jî di analîzên xwe de dibêje; hikumet li hundir û derve ji bo çareseriya meseleya Kurd zextekê li ser xwe nabîne. Lewma gelekî bi rehetî tevdigere. Eger hûn van herduyan bi hev re binirxînin, gelo têkoşîn tenê bi gilî û bêbaweriyê dikare bê meşandin?

Derdekî hêzên derve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê nîne. Derdekî wan ê bi vî rengî nîne. Ya wan li ser berjewendiya bi dewletê re ye. Demekê Tony Blair gotibû. Hîn jî tê bîra min. Mijar hatibû ser çi gelo bêhemdî gotibû yan jî pêwîstî bi bilêvkirina wê dîtibû nizanim. Gotibû, 'Em li her derê nirxên demokratîk diparêzin. Em demokratîkbûnê diparêzin. Hewldanên me bi vî rengî ne. Dema ku dor tê Rojhilata Navîn em vê nêzîkatiyê nikarin nîşan bidin'. Bi rengekî eşkere dibêjin, dema ku dor tê Rojhilata Navîn ew berjewendiyan ji xwe re dikin esas. Niha NATO civiya. NATO çi kir? Di mijara demokratîkbûnê de tiştekî nabêje. Dema ku cih tê xwe weke parêzvanê demokrasiyê nîşan dide. Her wiha dibêjin, 'Em hewl didin demokrasiya xwe biparêzin. Rûsya li dijî demokrasiya me ye'. Lê belê dema dor tê Tirkiyeyê di vê mijarê de tiştek nayê gotin. Lewma em ji wir tiştekî hêvî nakin.

Ji bo me ya girîng têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd e ku bi sedan sal in dimeşînin. Em van biçûk nebînin. Berdêlên giran hate dayin. Bi rastî jî berdêlên mezin hatin dayin. Van hin encam bi xwe re anîn. Me berê di pirtûkên dîrokê de dixwend, sosyolojiya civakî dinirxand, nirxandinên 'Li filan devera Ewropayê gundiyan serî hildan, li ber desthilatdariyê rabûn, kedkaran li dijî dewletê çalakî kirin' dikirin û dihate gotin ku van pêşî li demokratîkbûna li wê derê vekirin. Pirtûkên dîrokê bi vî rengî ne, pirtûkên sosyolojiyê jî bi heman rengî ne. Li Tirkiyeyê jî kêm têkoşîn hate meşandin? Gelê Kurd zêdeyî pêncî sal in li ser piyan e. Gelo gund hebû ku ranebû ser piyan, bajar hebû ku ranebû ser piyan? Hema bibêje her devera Kurdistanê kete bin bandora têkoşînê. Li Tirkiyeyê demokrasiya demokrasiyê hate meşandin. Em xwe dispêrin vê. Aştî wê bi yên şer dikin re bibe, em şer dikin. Wê çawa bibe?

Yên şer dikin wê di astekê de bibînin ku êdî ev şer encamê bi xwe re nîne, wê li hev bikin an jî heta dawiyê şer bikin. Yek wê têk biçe, yek jî bi ser bikeve. Ya wê bi wî rengî çareser bibe yan jî eger çareser nabe ku rastiya me jî welê ye. Dewleta Tirk li gel ewqas êrişan nekarî bigihêje armanca xwe. Tevgera me jî têkoşîneke mezin meşand, guhertinên girîng ên civakî bi xwe re anî. Dewleta Tirk nekarî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li nava civakê biqedîne, tine bike. Di rewşeke bi vî rengî de nuqteyeke hevpar, lêgerîneke lihevkirinê afirî. Rêbertî ji xwe ji sala 1993'an û vir ve li vê digere. Bi Tûrgût Ozal re lê geriya. Ya rast Ozal ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî gelekî radîka destnîşan nedikir. Lê belê Ozal çi kir? Di polîtîkaya Kurd a şêst, heftê salî de cudahiyek danî holê. Çi bû? Hate kuştin. Ev rewşeke cidî ye. Li Tirkiyeyê rastiyeke bi vî rengî ya pirsgirêka Kurd heye.

Rêber Apo ji sala 1993'an û vir ve dixwaze gavên bi vî rengî biavêje. Nû nîne. Em di cih de negihîştin vê pêvajoyê. 1993 bû, 1999 bû, 2005 bû, 2012 bû. Pêvajoyên rawestandina şer bû, hevdîtin bûn. Di encama van hemû danheviyan de hem me hem jî dewleta Tirk anî vê nuqteyê. Lewma, belê heta pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike şerekî gelekî giran qewimî. Şerekî giran hebû. Mehek beriya ku Devlet Bahçelî wê bangê bike ji bo me tine bikin serî li her rê û rêbazê didan. Rastî ev bû. Demokrasî li aliyekî li wê derê zilmeke mezin hebû, zexteke giran hebû, dîktatorî hebû. Di nava atmosfereke bi vî rengî de mercên navxweyî û derve kir ku bangeke bi vî rengî bê kirin û rewşeke bi vî rengî derkete holê. Lewma gotina 'AKP li holê ye, wê çi bibe?' gotineke gelekî ji rêzê ye.

LI SER BINGEHA PEYMANA LOZANÊ LI DIJÎ GELÊ KURD POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ HATE MEŞANDIN

Bila hemû mînakên çareseriya şer ên li cîhanê bê lêkolîn. Li Efrîkaya Başûr jî beriya çareseriyê desthilatdariyeke rastgir hebû. Ew jî otorîter bûn. Bi giştî bi vî rengî ye. Lê bellê eger wê muzakereyek bibe, rêyeke çareseriyê bê peydakirin rewş wê biguhere. Dibêjin, çima bi AKP'ê re li çareseriyê digerin? Desthilatdarî ew e, dewlet jî ew e. Yê ku xitimiye jî ew e, yê li lihevkirinê digere jî ew e. Ji xwe me got bi rêyên siyasî demokratîk bi lihevkirinê çareserî dibe, em ji vê re amade ne û pêvajo dimeşe. Bêguman Peymana Lozanê peymaneke balkêş e. Niha hûn zanin li Sêwasê Mîsakî Mîllî hate ragihandin. Di nava Mîsakî Mîllî de çi hebû? Başûrê Kurdistanê hebû, Rojava hebû. Lê belê piştî ku lihevkirin nebû rewşeke bi vî rengî derkete holê. Îngilistanê got, 'Tu dest ji van deveran berde, başûr bide me, Rojava ji Fransayê re bihêle, li Bakur jî tu çi dike bike'.

Desthilatdarî û hikumeta Mûstafa Kemal ji bo li nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê desthilatdariya xwe xurt bike û polîtîkaya tinekirina Kurdan bimeşîne, dest ji Mûsil û Kerkûkê berda. Peymaneke bi vî rengî ya qirêj e. Bi Îngilistanê re mercên wê demê bi vî rengî bû. Wekî din di destpêka sedsala 20'emîn de li Îngilstanê, li Elmanyayê jî li her derê rejîmên otorîter hebûn. Atmosfereke bi vî rengî hebû û Peymaneke Lozanê derkete holê. Li ser bingeha Peymana Lozanê polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan hate meşandin. Darvekirina Şêx Seîd, qetilkirina zêdeyî 70 hezar mirovî li Dersimê, ev hemû encama wê serbestiyê bûn ku Peymana Lozanê da hikumeta Komara Tirkiyeyê û gotin, 'Tu dikare bike'. Lê belê sed sal derbas bûn. Kurdan timî îtiraz kirin. Ev polîtîkaya Tirkiyeyê qebûl nekirin. Kurd û Tirkiye di dema Osmanî de ewqasî ji hev qut nebû bûn. Di Şerê Rizgariyê de jî qut nebû bûn. Di Meclîsa Yekemîn de jî hebûn, piştgirî jî dan.

Her wiha em dikarin vê jî bibêjin. Dema ku Mîsakî Mîlî hate qebûlkirin Mûsil û Kerkûk jî di nav de bûn. Piştî ku Peymana Lozanê hate îmzekirin, yên ku destpêkê li ber rabûn parlamenterên Kurd bûn, bi gotina 'Çima hûn dest ji Mûsilê, dest ji Kurdistanê berdidin' îtiraz kirin. Kurd sed sal in îtiraz dikin. Êdî ev polîtîka nikare bê meşandin. Mercên wê demê polîtîkayeke bi vî rengî bi xwe re anî lê belê Kurdan ev qebûl nekirin. Îtirazên wan gihîşt heta vê demê. Di qonaxa heyî de ji bo Kurd û Tirkiye li hev bikin, nêzîkatiyeke nû divê. Ji ber ku qutbûnek çêbû. Ji ber vê Rêbertî dibêje entegrasyona demokratîk. Dibêje bila bi nêzîkatiyên demokratîk li ser bingeha naskirina mafên bingehîn û hebûna Kurdan di navbera Tirkiye û Kurdan de entegrasyona demokratîk pêk were. Em jî di salvegera Lozanê de vê bangê careke din dikin.

A rastî paradoksek heye. Di demên ku pêvajoyên aştiyê çêdibin, heman hawirdor dijberiyê dikin. Dema şer çêdibe jî dibêjin ‘hûn çima şer dikin?’. Ev jî rewşek ecêb e û xuya ye tenê taybetî Tirkiyeyê ye. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de, tam di salvegera Peymana Lozanê de êrîşên li dijî we hatin destpêkirin. Ji wê rojê ve armancên wan ên taybet hebûn. Xuyaye ku ji ber negihîştin wan armancan, îro dîsa li ser masê rûniştin. Ez dixwazim bînim ser vê mijarê: Hûn helwest û têkoşîna civaka Elewiyan di pêvajoya çareseriyê de çawa digirin dest? Hûn nêzîkatiya Elewiyan a ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çawa dinirxînin?

Çawa ku vê Komarê li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê meşand, bi heman awayî li ser Elewiyan jî polîtîkaya qirkirina baweriyê meşand. Tirkiye bû dewleteke Tirk, di aliyê baweriyê de jî bû Îslama Sunî. Polîtîkaya tunekirina baweriyên din hat meşandin. Elewî wek bawerî nehat qebûlkirin. Nêzîkî sêyeka Tirkiyeyê ji vê baweriyê ye, lê ev bawerî nehat dîtin. Hêj jî nayê dîtin lê tenê nayê tunehasibandin; hewl didin li gorî xwe Elewîtiyê çêbikin. Ev tiştekî eşkere ye. Elewî her roj vê tiştî dibêjin. ‘Rastî ev e. Em zaroktiya xwe dizanin; cemxane û cem bi dizî dihatin kirin. 200 metre dûrî wir nobedar dirawestiyan. Gelo wê kesek bê? Wê leşker an polîs bê? Bi vê awayî dihat kirin.’ Bêguman ev zexteke mezin a li ser baweriyê bû. Niha ev rewş çawa dikare ji holê rabibe? Rêya vê ya tenê ev e: Kurd çawa dijberî dikin û têkoşînê dikin, divê Elewî jî wiha bikin. Elewî jî vê dikin.

A rastî Elewî jî dijberiya vê polîtîkayê dikin. Elewî berê xwe didin wan partiyên ku her dem behsa demokrasiyê dikin. Erê, ew partî behsa demokrasiyê û azadiyê dikin lê tiştê pêwîst nakin; lê dîsa jî Elewî nêzîkatiya xwe nîşanî wan didin. Ciwanên Elewî tevlîbûneke mezin ji bo Tevgera Azadiya Kurd kirin. Tevlî tevgera çepgiran a li Tirkiyeyê jî bûn. Di dawiya salên 1960'î de, di nav tevgera ciwanên şoreşger de ciwanên Elewî gelek cih girtin. Jixwe dema em derketin holê, ciwanên Elewî û Kurd di nav têkoşîna me de gelek bi çalak cih girtin; ji avakirina wê heta pêşxistina gerîla cih girtin. Bi vê aliyê ve, ew nerazîbûna civakê û berteka li dijî pergalê her dem bi vê awayî derket holê. Niha divê Elewî di nav nêzîkatiyekê de bin. Lê ev tişt teqez e: Bi vê gotinê an bi wê gotina desthilatdariyê azadiya baweriyê nayê qezenckirin.

Bi gotinên vê partiyê an wê partiyê azadiya baweriyê çênabe. Çawa ku Kurd ji bo hebûn, nasname û azadiyê têkoşîna demokrasiyê didin û di refên pêş de ne, divê Elewî jî di têkoşîna demokrasiyê de di refên pêş de bin. Tiştê ku azadiya baweriyê misoger bike, tenê têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê min di bername û nivîsên xwe yên berê de gelek caran got: Demokrasî ji bo Elewiyan mijareke îbadetê ye. Wekî îbadetê girîng e.’ Tenê ku demokratîkbûn çêbibe û Tirkiye bibe welatekî demokratîk, wê demê Elewî dikarin bigihîjin azadiya baweriyê. Pirsgirêkên wan ên îro wê demê çareser dibin. Heta ku civak nebe demokratîk, heta ku Tirkiye nebe dewleteke demokratîk, ti pirsgirêka Elewiyan çareser nabe. Divê ev tişt bi rengekî zelal bê zanîn û nêzîkatî li gorî vê bê diyarkirin.

Ev çawa dibe? Niha çawa dikarin feyde ji tecrubeya Tevgera Azadiyê ya Kurd bigirin? Duyemîn jî, pêşengê giştî, dewlet û hikûmet jî wî dixwaze, ji Elewiyan re dibêje ku Elewîtî bawerî ye. Hûn siyaset nekin, neaxivin. Temam, cemxaneyên we hene. Cemxane jî hîna nayên naskirin. Li aliyekê makîneya asîmîlasyonê jî hîna dixebite. Dibêje, “Siyasetê nekin, tenê cenazeyên xwe bişûn, cenazeyên xwe rakin, cemên xwe hûn dikarin bikin. Ji dervey vê tevlî meseleyên welêt û civakî nebin.” Di derdora fireh de zihniyeteke wisa ava dibe. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin? Tişta ku Elewî di vê mijarê de bikin çiye? Di serî de pêvajoya çareseriyê. Têkoşîna demokrasiyê erê, dimeşînin. Têkoşîna ji bo welatiya wekhev jî ev demek dirêje didomînin. Lê bi rengê ku temamiya civaka Elewî ya giştî bigire nava xwe, ev wê çawa were kirin?

Niha gotina bila Elewî nekevin siyasetê, li cemxaneyên xwe cemê bikin, bi vî rengî Elewî ji siyasetê dûrkirin, helbet tê wateya dûrkirina ji têkoşîna demokrasiyê. Ev tê wê wateyê ku ji Elewiyan re dibêje, qirkirina baweriyê qebûl bikin. Tê wateya ‘dest ji Elewîtiyê berdin, bibin Elewiyên li gorî xwesteka dewletê, hetta bibin Sunî jî’. Ji vî alî ve ji bo Elewiyan pêdiviya herî girîng ew e ku îbadetên xwe bi rengekî azad bikin, ji bo ew îbadet rast be. Îbadet şêwazê tê dîtin ê baweriyê ye, ne cewherê wê ye. Jixwe ev dewlet dixwaze cewherê Elewiyan vale bike û tenê veguherîne rîtuelê. Ev jixwe ji Elewîtiyê qûtbûn e. Jixwe tenê piştî veguherî rîtuelê, meseleya azadiya baweriyekê nayê rojevê. Tenê çûyîna cemxaneyan û cem kirin, azadiya baweriyê nîne. Elewî divê bi nasname, çand û nirxên xwe bijîn. Divê nirxên xwe bidin jiyîn. Ev jî encex bi demokrasiyê dibe. Ji vî alî ve demokratîkbûn, divê teqez mijara sereke ya Elewiyan be.

Elewiyên ku ne di nava têkoşîna demokratîkbûnê de, Elewiyên ku qirkirina baweriyê qebûl kirine. Çawa ku Kurdê ne di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de, yê tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurd nebûye, di rastiyê de qirkirina çandî qebûl kiriye, tê xwestin ku hebûna wî were tunekirin, vê qebûl dike. Ev heman rengî ji bo Elewiyên ku nakevin nava têkoşîna demokrasiyê jî, derbasdar e. Ji vî alî ve helbet dersên pir girîng hene ku Elewî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin. Li aliyê din jixwe nîva Elewiyan, Kurd in. Dibe hîn zêdetir jî Kurd bin. Jixwe evane di têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih digirin. Di nava têkoşîna me de 50 hezar şehîdên me hene. Şehîdên ciwanên Elewî bi giştî 10 hezar derbas kiriye. Ji vî alî ve bi rastî pir şehîd hatine dayîn. Dîsa li Dersimê, dibe hemû Elewî nînin lê ji her aliyên Kurdistanê şehîd hatine dayîn. Ji vî alî ve têkoşîna azadiyê ya Kurd jixwe di heman demê de têkoşîna azadiyê ya baweriyê ya Elewiyan e.

Em jiyana azad û demokratîk a hemû civakên baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê, civakên etnîk diparêzin, ne tenê ya Kurdan û Elewiyan. Em dibêjin netewa demokratîk. Em li dijî feraseta etnîka yekparêz in. Em ji dijjî feraseta baweriya yekparêz in jî. Ji vî alî ve divê Elewî jî wisa bin. Elewî jî ji bo bigihijin azadiya xwe, divê li dijî feraseta etnîka yekparêz û baweriya yekparêz rabin. Ji ber ku yekparêzî ya din çêdike. Hingî ku li ser Kurdan, polîtîkaya etnîka yekparêz were meşandin, wê li ser Elewiyan jî heman polîtîka were meşandin. Wê polîtîkaya mezheba yekperest, baweriya yekperest were meşandin. Lewma Elewî divê pir aktîf tevlî vê têkoşîna demokrasiyê bibin. Têkildarî vê yekê em wisa bêjin, dibe nêrînên cuda hebin. Jixwe demokrasî ne tişteke welê ye ku tenê bi têkoşîna tevgerekî yan hêzekî pêk were.

Berê me digot, şoreş pirsgirêkeke tifaqê ye. Demokrasî jî pirsgirêka tifaqan e. Hetta pirsgirêkeke ku tifaqên hîn firehtir digire nava xwe. Ji vî alî ve helbet wê nêrînên cuda hebin, wê civakên cuda hebin, evane wê bên ba hev û wê têkoşîna demokrasiyê bimeşînin. Ya girîng hevkariya di têkoşîna demokrasiyê de ye. Ev girîng e. Piştî hevkariya di têkoşîna demokrasiyê de ye, piştî Tirkiyeyek demokratîk hate avakirin, her kes nêrînên cuda dikare hîn baştir nîqaş bike. Bi nîqaşkirinê dikarin bigihijin encameke hîn baştir a hevpar. Li cihê ku demokrasî lê nebe, nîqaşa hevpar jî lê baş nayê kirin. Ji ber ku zemînên nîqaşa hevpar xurt nabin. Demokratîkbûyîn di heman demê de tê wateya pêşketina çandekî. Tê wateya çanda nîqaşa azad, civîna li nuqteyên hevpar. Li cihê demokratîkbûn lê nîne, nîqaş jî pir demokratîk nabin.

Dema ku mijar dibe Elewî gelek qadên pirsgirêkan hene. Yek ji wan jî mijara yekitiyê ye. Ev mijarek e ku ji destpêkê ve tê axaftin û nîqaşkirin. Dewlet dixwaze Alewiyan parçe bike, dabeş bike û birêve bibe. Gelek derdor dixwazin Elewiyê xwe, Elewîtiyek li gorî dilê xwe ava bikin. Bi koçkirina Alewiyan a ji gundan ber bi bajaran ve, ev rastî hîn zêdetir diyar bû. Niha Alewî dikarin vê mijara yekitiyê çawa çareser bikin? Ez nimûneyekê bidim, ji kerema xwe ji vir bidomînin: Dubendiya dawî ya di nav CHP'ê de mixabin bandor li beşek ji Elewiyan jî kir. Elewî jî di nav xwe de parçebûn. Nerazîbûn jî çêbûn. Çima dabeşbûna di nav CHP'ê de bandorê li Elewiyan dike? Lê jixwe beşek ji Elewiyan hilbijêrên CHP'ê ne, dengê xwe didin CHP'ê. Rastiyeke wiha heye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Tecrûbe çi dibêjin? Îro pêşniyarên we çi ne? Elewî dikarin pirsgirêkên xwe yên yekitiyê çawa çareser bikin û mafên xwe yên hemwelatiya wekhev bistînin? Dikarin çawa hîn zêdetir bi Kurdan re werin cem hev?

Ev tişt eşkere ye: Sed sal e li ser Elewiyan lîstik têne lîstin. Dewlet dilîze. Niha li ser navê Wezareta Çandê ‘Serokatiya Çandê Elewî-Bextaşî û Cemxaneyan’ heye. Ev rasterast destwerdana di nav Elewiyan de ye. Qebûlnekirina wan a wekî bawerî ye. Lîstik têne lîstin. Di vê mijarê de bi destwerdanên cûrbecûr ramanên cuda derdikevin holê. Em vê dizanin. Di pişta vê de dewlet jî heye. Saziyên cûrbecûr yên dewletê hene. Saziya Îstîxbarata Millî (MÎT) heye. Şerê taybet heye. Ev tişt van cudahiyan derdixe holê. Bêguman tiştê ji bo me girîng ev e: Divê hemû Elewî vê yekê armanc bikin; Elewîtiya otantîk û resen çawa bû? Elewîtiya beriya 200 salî çawa bû? Ji bo me ev girîng e. Beriya 200 salî destwerdanek wiha tunebû. Erê, zexta Osmaniyan hebû, dem bi dem komkujî çêdibûn, lê tiştekî wiha tunebû ku bibêjin "em Elewîtiyê wiha pênase bikin". Gelekî bisînor bû. Lê bi taybetî bi Komarê re dest avêtin vê mijarê jî. Çawa ku Îslam kirin malê dewletê û xistin bin kontrola dewletê, dixwestin Elewîtiyê jî wiha bikin.

Divê bawerî ne di bin kontrola dewletê de bin. Divê xweser bin. Tê gotin ku baweriyên xweser xetere ne. Ne wiha ye, xetere nabin. Heke bawerî bikevin bin kontrola dewletê û desthilatdariyê, wê demê xetere dibin. Îslamiyet piştî ku bi desthilatdariyê re bû yek, xera bû. Her tiştê ku bi desthilatdariyê re nas dibe xera dibe. Ji vî alî ve, Elewîtî jî xistin xizmeta desthilatdariyê. Di serdema Komara Tirkiyeyê de ev tişt hêj jî berdewam dike. Bêguman ev jî heye; ocaxên cuda yên Elewîtiyê hene. Taybetmendiya her ocaxekê li gorî xwe heye. Wek ku tê gotin "Rê yek e, rêbaz hezar e". Taybetmendiyeke wiha heye. Di mijara yekitiyê de jî hin kes dibêjin ev têgeh çima tê bikaranîn. Gotin hevalê sohbetê (musahîpî) û xwişk-biratî. Divê ew wek musahîp li hev binêrin. Wiha hat gotin. Erê, dibe ku musahîpî tam wateya xwe nebîne, ji ber ku di Elewîtiyê de musahîpî gelekî bi nirx e. Ji xwişk-bira wêdetir e. Dema ku tu dibî musahîp, tu dikevî têkiliyeke ji xwişk-birayê xwe pêşketîtir û yekitiyê. Ji ber wê dibe ku ev têgeh bi temamî rewşê îfade nek, lê bi rastî divê di xala hevpar de bicivin. Niha divê di xala hevpar a demokrasiyê de bicivin. Bêguman kêmasî hene, bandorbûn hene. Ji ber vê yekê kom û derdorên ku em rexne dikin hene.

Em dixwazin ku otantîk û resen be. Ne ku wiha be: Elewîtiya ku em dixwazin biafirin, li gorî ramana me be. Ne wiha ye. Beriya 200 salan reseniya wê çawa bû, beriya ku destwerdana desthilatdarî û dewletê çêbibe çanda wê çawa bû, niha divê em wê berçav bigirin. Bêyî ku cewherê wê biguhere, li ser wê nûbûn çêbibe. Ne ku wiha be: "Em hatin bajar, êdî em nikarin wek berê bijîn." Ev ne rast e. Ev bû kapitalîzm. Ma qey em ê beramberî kapitalîzmê û çanda kapitalîst serî bitewînin? Na. Elewîtî çandeke civakparêz e. Elewî werin bajar jî, divê li dijî vê jiyana takekesî û civak-dabeşker a kapitalîzmê derkevin. Bi rastî Elewîtî sîstemeke civakparêz e. Cewherê wê demokratîk e. Karakterê wê yê demokratîk ji cewherê wê yê civakparêz tê. Ji ber vê yekê ji têkoşîna demokratîkbûnê re amade ye. Lê heke wiha bê gotin: "Em hatin bajar, êdî em nikarin nirxên xwe yên kevin bimeşînin", ev tê wateya ku bi bandora kapitalîzmê em nikarin baweriya xwe ya kevin bimeşînin. Ev ne rast e. Tiştê girîng ev e ku em ê nirxên xwe yên kevin çawa bidin jiyîn. Divê em bidin jiyîn. Divê em wî nirxê civakparêz zindî bihêlin. Divê em teslîmî nêzîkatiya bajar ku takekesî ye û civakê dabeş dike, nebin.

Civaka Elewî civakek bû. Bi hev re di nava hevgirtinê de bûn. Divê ev hevgirtin li Stenbolê jî, li Îzmîrê jî û li Ewropayê jî berdewam bike. Divê rêya vê bibînin. Divê rêya jiyana civakparêz û komunal bibînin. Elewî her tim civakparêz û komunal jiyan e. Niha tezên wiha hene: "Em hatin bajar, êdî wiha dibe, wisa dibe..." Ev nirxandinên gelek erzan û ji rêzê ne. Erê, têne bajar û rewşên nû hene. Lê li vir jî wê civak çawa bê parastin? Wê nirxên xwe yên civakparêz çawa biparêze? Divê têkoşîna rêxistinkirî ya vê bê dayîn. Ev jî bêguman çawa ku em li dijî kapitalîzmê têkoşînê didin, kapitalîzm civakê dabeş dike. Ma em ê dabeşkirina civakê ya ji aliyê kapitalîzmê ve qebûl bikin? Heke em qebûl nekin, wê demê divê Elewî jî piştî ku hatin bajar dabeşkirina wê civakê qebûl nekin. Elewîtiya rast wiha dibe.

Ji destpêkê ve Elewî û Kurd, gelek derdor dibêjin. Ev her du beşên civakî yên girîng, xwedî pirsgirêk jî bin ji hevdû jî cuda ne. Civakên rêxistinkirî, hêzên dînamîk ên girîng ên Tirkiyeyê, Kurdistanê. Eger demokrasî di paya hevpar de be, her du hîn zêdetir bên ba hev wê rê li ber kîjan encaman veke? Têkildarî vê yekê weke beramber divê kîjan xebat bên meşandin?

Helbet divê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Elewî, Tevgera Elewî ya Demokratîk bên ba hev. Rêxistinbûnên Elewî pir in. Ji dervey du, sêyan yên din piranî di paya demokratîkbûnê de tên ba hev. Em dibînin ku di gelek mijaran de dibin hevkar. Belê, cudahî hene. Ji ber vê sedemê, wê sedemê welhasil ne cihê nîqaşkirina van e. Helbet eger yekîtî çêbe, hemû di nava feraseta rast de bin, baş e. Lê niha afirandina wê ne pêkan e. Wisa dixuyê. Niha têkiliya bi Kurdan re pir girîng e. Eger niha li Tirkiyeyê li hemberî Elewiyan hinek nermbûn çêbûye, ev li ser encamên ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatine afirandin in. Di dawiya 1980’yan de destpê kiriye. Hin guhertin çêbûn. Meyze kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd pêş dikeve, ciwanên Elewî tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibin, Tevgera Azadiyê ya Kurd dibêje demokratîkbûn. Gelek Elewiyên Tirk jî tevlî dibin. Dema wisa bû, guhertineke diyar çêbû.

Elewî jî vê qebûl dikin, gelek Elewî jî qebûl dikin.

Divê qebûl bikin. Ev rastî ye. Ev ne gotina me ye! Ev rastiyeke civakî û dîrokî ye. Divê ev wisa were dîtin. Lê dewletê jî dema dît hem Elewiyên Kurd hem jî yên Tirk rast nêzî Tevgera Azadiyê dibin, hem di hin mijaran de nerm bû hem jî Komkujiya Sêwasê ji ber vê yekê pêk hat. Komkujiya Sêwasê, Elewiyan dixwest di têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin, gotinên demokratîk digotin. Ji bo nehêlin tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin, ew komkujî pêk hat. Sedemê wê komkujiyê teqez ev e.

Ji bo dewleta Tirk peyva demokratîkbûn, xeter e. Ji ber ku Kurd wê jê sûd bigirin, demokratîkbûnê pêk nayîne, pêş naxe. Dibêje, eger zanebûn, çand û gotina demokratîkbûnê pêş bikeve Kurd dê ji vê sûd bigirin. Lewma li dijî beşên behsa demokratîkbûnê dikin, mudaxile dike. Elewî divê vê jî bibînin. Bi rastî jî eger bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re di têkoşîna demokrasiyê de bibin hevpar, qasî Kurdan Elewî jî dê ji vê yekê sûd bigirin. Pêvajoyeke Civaka Demokratîk heye. Divê piştgirî bidin vê. Ev ne tenê pirsgirêka azadiyê ya Kurdan, ne tenê pirsgirêka çareserkirina meseleya Kurd e.

Gelo ev di heman demê de tê wateya çareserkirina pirsgirêka Elewî?

Erê, teqez wisa ye. Elewî bila vê bizanin, ne ji ber ku ez Elewî me. Jixwe ev tevger li Bendava Çûbûkê hatiye avakirin, 6 kes in. Ji 6 kesan 4 kes Elewî ne. 3 Dersimî, yek ji Vartoyê ye. Tevgera me timî têkildarî Elewiyan, Êzidiyan, Suryaniyan û baweriyên cuda, nêzîkatiyên azadîxwaz raber kir. Nêzîkatiya teng raber nekir. Erê, em nirx didin hemû baweriyan. Em nirx didin civaka Îslamê. Em qedir nirxên wan ên civakî, em qedir didin baweriyên wan. Ji ber ku nirxên hemû baweriyan, di rastiyê de civakî ne. Heq, edalet, wekhevî, wijdan evane hemû nirxên hevpar ên hemû baweriyan e, lê divê ji desthilatdariyê dûr bisekinin. Ji vî alî ve em mîna Ewropa nêzî baweriyan nabin. Em dibêjin ew nirxên baweriyan, di heman demê de nirxên civakî ne, nirxên welê ne ku sosyalîzmê jî dikare bigire nava xwe.

Dema ku tê gotin Mûstafa Karasû, navê kesekî ku di gelek mijarên derbarê Elewiyan de nêrînên xwe dibêje, şîroveyan dike û analîzan dike tê bîra mirovan. Di nav civaka Elewiyan de, di nav civaka Dersimê de û di nav civaka Kurdên Elewî de nêrînên we gelekî girîng tên dîtin, tên berçavgirtin û dibin sedema nîqaşan jî. Hûn dixwazin ji civaka Elewiyan re, bi taybetî derbarê medyaya Elewiyan û rêxistina civaka sivîl de çi pêşniyar bikin? Ji ber ku dema rêxistinbûn tune be, mixabin ev pirsgirêk derdikevin holê. Tiştên ku di van demên dawî de li Sûriyeyê hatin serê Elewiyan li ber çavan e. Gelo li Tirkiyeyê riskeyeke wiha heye? Dibe ku ev divê cuda jî bê nîqaşkirin, ji ber ku di raburdûyê de hat kirin. Lê du xal girîng in: Yek, hûn medyaya Elewiyan çawa dibînin? Di rêxistinbûna civakê de rola wê ya girîng heye. A din jî rêxistina civaka sivîl e; mesele tenê cemxane nîn e, xebatên çandî hene, xebatên derveyî van qadan hene. Hûn van çawa dibînin û divê çi bibe?

Ji bo ku hin tişt çêtir bêne fêmkirin ez tiştekî bibêjim: Bavê min mirovekî pir bi bawerî bû, mîna derwêşekî bû. Ez di hawirdorekî wiha de mezin bûm. Hawirdor jî wiha bû. Bavê min ji bo ku Elewîtiyê zindî bihêle û hewcedariyên Elewiyan bişopîne dê her tiştê xwe bidana. Her dem wiha nêzîk dibû; ji zaroktiya xwe ve dizanim ku wiha nêzîk dibû. Tê bîra min, ne tenê ji gundê me, ji hemû gundên derdorê û heta ji gundên Mereşê nexweş dihatin mala me. Wê demê em xizan bûn, pir xizan bûn. Lê bêguman kevneşopiyeke wiha hebû. Niha ez carna difikirim û aciz dibim. Ez ji vê yekê aciz dibim: Em behsa nifûsa deh mîlyonan dikin, heke ku hûn nekaribin televîzyonekê an rojnameyekê bidin jiyîn û zindî bihêlin, ev çawa bawerî ye? Tiştekî wiha dibe?

Di rabûrdûyê de çawa bû? Tiştê ku civaka Elewiyan zindî dihişt pir bûn, ne wiha ye? Pîran bi çiraliqê hewcedariyên civaka Elewiyan û hewcedariyên xwe bi cih dianîn. Di nav Elewîtiyê de piştgiriya xwe hebû. Jixwe têgeha musahîpî wiha derket; da ku kes xizan nemîne. Dema ku kesek hebe, xwişk-birayê wî heye, musahîpê wî heye. Ji ber ku ji xizaniya wî û ji rewşa wî ya zehmet musahîpê wî berpirsiyar e. Em dizanin ku di raburdûyê de hemû Elewiyan çiraliq didan. Di raburdûyê de Elewiyekî ku çiraliq nedida hebû? Di kîjan gundî de, kîjan malbatê çiraliqa xwe nedaye? Ji ber ku bi wê re civaka Elewiyan zindî dihat hiştin. Lê niha di serdema me de çapemenî pir girîng e, ne wiha ye? Bêyî çapemeniyê ne gengaz e ku mirov civakê zindî bihêle, civakê perwerde bike û di mercên nû de li ser piyan bihêle?

Saziyeke çapemeniyê nikare xwe bi rêkûpêk zindî bihêle, rojnameyek an televîzyonek nikare zindî bibe. Lê di rastiyê de civaka Elewiyan ne televîzyonekê, dikare deh an bîst televîzyonan zindî bihêle. Di vê mijarê de divê Elewî bi rastî hinekî rexnedayîn bidin xwe. Civaka Sunî ji bo ku mizgeftên xwe zindî bihêle hemû piştgiriyê dide, ne wiha ye? Niha li Ewropayê DİTİB heye, mizgeftên wan hene, gelek tiştên wan hene. Ji bo ku baweriya xwe domdar bikin piştgiriyê didin. Ji vê aliyê ve çapemenî girîng e; divê Elewî xwedî li çapemeniyê derkevin û wê zindî bihêlin. Çawa ku her kesî di raburdûyê de çiraliq dida, êdî divê beşek ji wê çiraliqê ji bo çapemeniyê biçe. Bêyî çapemeniyê Elewî dê çawa çanda xwe, nirxên xwe zindî bihêlin, ji cîhanê re bide nasîn û zarokên xwe perwerde bikin?

Medyaya ku ji hemû civaka Elewiyan re biaxive divê çawa bibe? Ji ber ku medyaya Elewiyan qels e, divê em vê rastiyê qebûl bikin. Ya din jî medyayeke ku hewcedariyên civakê bi cih bîne ye. Hûn vê yekê bes dibînin an divê çawa bibe?

Di medyaya Elewiyan de bêguman komên gelekî cuda hene. Divê tenê bi komekê re sînordar nebe. Divê firehtir be, Elewiyên din jî bigire nav xwe, cih bide dengê wan jî; lê belê divê rêbazek û nêrînek wê hebe. Min got resen û otantîk; divê nêrînek ku Elewîtiya rastîn temsîl dike hebe. Divê di xeta xwe ya bingehîn de be, lê belê dengê rêbaz û rêxistinên cuda yên Elewiyan jî divê di wê çapemeniyê de cih bigire. Ji ber ku çanda nîqaşê girîng e. Divê bê nîqaşkirin, bêyî nîqaşê rastî nayê dîtin. Elewî nû nû dinivîsin, nû nû xêz dikin. Edebiyat û lîteratura Elewiyan pir berfireh e. Nû nû dikevin nav nîqaşan, nû nû lêkolîn dikin. Ji ber ku nû nû lêkolîn dikin, divê kesek nebêje "lê belê ev tiştê ku ez dibêjim rast e, divê teqez wiha bibe", divê bi nîqaşkirinê bigihêjin xalên hevpar.

Bêguman divê kanala Elewiyan an rojnameya Elewiyan çanda resen berçav bigire û di nav nêzîkatiyekê de be ku xwe ji beralîkirin û bandorên vê dewletê dûr bixe. Divê di nêzîkatiyek wiha de be. Nêzîkatiyên neyînî yên wiha hene, em dizanin. Tiştekî wiha dibe? Ne şerm e? Wekî nimûne, rêxistineke Elewiyên Kurd hebû, gelek rêxistinên din ên Elewiyan jê dûr disekinîn Çima? Ji ber ku dewlet dê wiha nêzî me bibe an dê vê helwestê bigire, ji wan dûr disekinîn. Dema çalakiya hevpar a Elewiyan çêdibû, her kes dihat cihekî, îmze diavêtin, belavok belav dikirin; lê hema hema komeleyek an meyleke Elewiyên Kurd ku ji cografyaya Dersimê û Başûrê Rojava derketibû û rêxistinbûna wan li wir hîn zêdetir bû, di raburdûyê de dûr dihiştin. Niha ev tişt hatiye derbas kirin, ev tiştekî baş e. Em dibînin ku ev hat derbas kirin, tiştê girîng jî ev e. Dîtina derbaskirina vê baş e, lê belê divê şaşiya ku di raburdûyê de hatibû kirin jî bê dîtin.

Çima dûr disekinîn? Ne ji ber ku ramanên wan Elewiyê Kurd kêm an nebes bûn. Jixwe Elewiyên pir cuda hene, nêzîkatî û helwesta hevdû ecêb nedîtin lê dihatin cem hev. Di vê mijarê de divê mirov hîn demokratîktir bibe, bi taybetî jî divê taybetmendiyên Elewîtiya Kurd berçav bigire. Erê, Elewîtiya Tirk heye, Elewîtiya Turkmen heye, Elewîtiya Kurd heye û taybetmendiyên wan hemûyan hene. Ji ber vê tê gotin ku "rê yek e, rêbaz hezar e"? Heke rêbaz hebe, dê taybetmendiyên cuda hebin û tu dê taybetmendiyên cuda bibînî. Wekî nimûne, min ev tişt rast nedîtibû û berê jî min gotibû: "Em Elewiyan di nav navendeke tenê de kom bikin", ev ne rast e. Ocaxên cuda hene, divê rêxistinbûna konfederal a demokratîk hebe. Divê taybetmendî û reseniya her ocax û her rêbazê hebe. "Em hemûyan bînin cem hev, di nav navendekê de birêve bibin, pîrekî wan ê tenê hebe", ev nêzîkatî ne rast e. Ev têgihîştina navendîparêz, têgihîştina desthilatdariya dewletê ye. Me nêzîkatiyên wiha rast nedîtin.

Ji destpêkê ve Elewî jî ji aliyê dewletê ve hatin kategorîzekirin. We jî di axaftina xwe de bal kişand. Li dijî Kurdên Elewî, polîtîkayeke din a sîstematîk kete dewrê. Asîmîlasyon li wir pir cuda pêk hat. Hem li dijî baweriyan, hem jî li dijî nasnameya etnîk û siyasî êrîş çêbûn. Ev hîna didome. Me timî feraseteke ku dixwaze tune bike û çêkera demografîk biguhere, dît. Îro jî dema em lê dinêrin, ji Qirkirina 1938’an a Dersimê heta îro dixwaze li sînorên Tunceliyê asê bike. Dixwaze girêdana wê qut bike. Li wir jî dixwaze Elewiyan parçe bike. Têkildarî vê yekê nêrîna we çiye? Ev hafizaya hevpar, çawa dikare were avakirin? Têkildarî vê yekê Kurdên Elewî belavî gelek cihên cîhanê bûne. Li Ewropayê rêxistiniyên wan ên mezin û cidî hene. Erê, Dersimî jî hene. Yên ji Pazarcixê jî hene. Yên ji Koçgiriyê jî hene. Dema em li nexşeyên berê dinêrin, Dersim, Koçgirî, weke Dersima Rojava tê tarîfkirin. Gimgim-Varto, weke Dersima Rojhilat, ez behsa erdnîgariya Dersima Mezin dikim. Ev hafızaya civakî çawa dikare jinûve were avakirin? Yên hatine hilweşandin, jinûve çawa dikare were avakirin? Têkildarî vê yekê nêrîn, pêşniyar û tespîtên we çi ne? Ji ber ku civak ji nêz ve dişopîne. Dersimî dişopînin, Koçgirî dişopînin, Elewî, Kurdên Elewî dişopînin. Tiştên ku bêjin girîng in.

Niha ev girîng e, divê mirov bizane. Divê hemû Kurdên Elewî bizanin. Plana Şark Islahat, di pileya yekem de li ser wê planê bû ku li rojavayê Firat û Dersimê Tirkkirinê pêk bîne. Esasê Plana Şark Islahat ev e. Hate xwestin ku li rojhilatê Firatê, qirkirin were pêkanîn. Divê Elewiyên Tirk vê bizanin; li Mereş, Sêwas, Meletiyê çima çand û zimanê Elewiyên me hate tunekirin. Divê vê di nava xwe de hîs bikin. Qirkirineke wiha heye. Ma eger Tirkiya wan ji holê were rakirin, bertek nîşan nadin? Divê vê bizanin, ev pir girîng e. Bi rastî niha tenê li Dersimê jî wisa ye, hema bêje Kirmanckî wê tune be. Helbet erdnîgariya Dersimê jixwe berê jî, di dema Osmanî de berfireh e. Koçgiriyê digire, heta Divri û Erzincanê… Qadeke pir berfireh e. Erê, Dersim erdnîgariyeke wiha berfireh e.

Rojavayê Firatê, weke Dersim nayê îfadekirin lê weke çandî û bawerî têkiliyên wan pir xurt in. Ez dizanim, Elewiyên li rojavayê Firatê Qirkirina Dersimê ji kûrahî hîs kirin. Bapîrê min her tim dema behs dikir, bi xemgînî behs dikir. Kurdên Elewî yên li rojavayê Firatê, tiştên li Dersimê qewimîn li dijî xwe dîtin û qebûl kirin. Ez çand berê zêde bû. Niha nêzîkatiyeke welê pêş ketiye ku mîna bûyera Dersimê hatibe jibîrkirin. Ji bo Mereşê jî heman tişt. Helbet ev nêzîkatiyeke rast nîne.

Dersim girîng e. Wisa girîng e: cihê ku herî zêde Elewîtî lê tê jiyîn e. Ji vî alî ve jî girîng e. Erê, Mereş jî wisa bû, Meletî jî wisa bû lê niha koçberiyeke mezin û qirkirin li wan deran tê ferzkirin. Li wir nifûsa Kurd hatiye dûrkirin.

Erdnîgarî ayîdê Kurdan e, weke xak lê weke nifûs Kurd hatine dûrkirin. Helbet Kurd divê di têkoşîna demokrasiyê ya Dersimê û başûrêrojava, Sêwasê de û di her mijarê de jî bibin hevkar. Divê hêz bidin hevdû. Jixwe dewlet parçe dike. Devlet jixwe bi rengên cur be cur dixwaze Elewiyan parçe bike. Lewma divê Elewî jî bi rengekî hevkar tevbigerin. Kurdên Elewî jî divê li dora Dersim, Sêwas, Mereş û Meletiyê hestên xwe yên hevpar pêş bixin, di kêfxweşî û xemgîniyê de bibin yek, ev pir girîng e. Ev dikare were pêşxistin. Çima? Jixwe di dîrokê de bingehê vê heye. Di dîrokê de wisa bû. Dibe mîna îro qenalên peywendiyê nebû, rê nebûn, wesayît nebûn, telefon nebûn. Lê tevî ku evqasê teknîka peywendiyê nebû jî, hestên hevpar ji ya îro xurttir bûn. Niha her cure derfetê peywendiyê heye, divê ev hest hîn zêdetir bên xurtkirin û pêşxistin.

Mijareke din heye, ez dixwazim bipirsim. Meseleya Îran… Şer car din destpê kir, dewam dike. Bêrawestan dewam dikir. Li aliyekê maseya muzakereyê, li aliyê din êrîşên beramber ên li sahê. Wisa dixuyê ku derbasî qonaxeke nû bûne û meseleyeke ku rasterast bandorê li Kurdan û Kurdistanê dike. Hetta xwedî wê girîngiyê ye ku dikare bandorê li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bike. Çi diqewime, çi diqede? Nêrînên we yên têkildarî vê yekê çine? Gelo di destê we de daneyên ku rasterast bandorê li we û Kurdan bike, têkildarî vî şerî hene? Pozîsyona Kurdan a li vir, divê çibe?

Rêber Apo jixwe li Rojhilata Navîn her tim behsa hêza sêyem kir. Me li Rojava ev polîtîka şopand, ev nêzîkatî me raber kir. Ji bo Îranê jî nêzîkatiya me wiha ye. Jixwe nêzîkatiyên hegemonîk ên DYE û Îsraîlê hene. Lê Îran jî dîktatoriyek e. Rejîmeke ku zext û zilmê li gel dike. Divê ev her du jî bên dîtin, li dijî her duyan jî helwest were girtin. Her roj îdam hene. Serhildan çêdibe, bi hezaran qetil dike. Îraneke wiha antîemperyalîst nabe. Jixwe di roja me de welatên ne li ser esasê civakê û yên ne demokratîk, nikarin têkoşîna antîemperyalîst bimeşînin. Ew tenê têkoşîna hêzên desthilat e. Yek hêza desthilatdar a navneteweyî ye, yek jî hêza desthilatdar a herêmî ye. Yek hêzeke ku dixwaze li ser cîhanê desthilatdariyê çêbike, ya din hêzeke ku dixwaze li ser civaka xwe desthilatdariyê çêbike.

Têkildarî vê yekê, nêzîkatiya me ew e ku li dijî her du hêzan jî helwest raber kirine. Civaka Îranê bi rastî jî xwedî dînamîkên demokratîk e. Civaka Îranê divê neyê biçûkxistin. Bi dehan sal in timî li ser piyan e. Tevî hemû îdam û komkujiyan, ev civak li ser piyan e. Her serhildan civaka Îranê diguhere. Serhildana “Jin Jiyan Azadî” pêk hat, civak guhert, yên berê jî civak guhertin. Civaka Îranê civakeke mîna gotina Tom Barrack nîne. Civaka Rojhilata Navîn ne wisa ye. Niha civaka Îranê bi rastî jî civakek demokratîk û şoreşger e. Desteka rejîma niha ji sedî 20 jî nîne. Ji vî alî ve helbet em difikirin ku ti feydeya vî şerî ji bo gelan nîne. Lê em nikarin polîtîkaya Îranê antîemperyalîst bibînin.

Evqasê wê îdam çêbibin, evqasê wê civaka xwe qetil bike. Em ê çawa pozîtîf nêzî vê bibin? Ev nêzîkatiya Îranê bi şerê DYE’yê re destpê nekir, berê jî hebû. Berê jî dema gelê Îranê rabiba, bi zext û zordariyê nêzî gel bû. Tevgera Jin Jiyan Azadî jî bi zorê hate çewisandin. Ji vî alî ve bi rastî jî gel zirar ji vê dibînin. Helbet civaka Îranê jî û gelê Kurd jî bi baldar tevdigerin. Di rastiyê de ji rejîmê razî nînin. Lê belê ji bo weke alîgirê hêza ku dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonya xwe ava bike û bandora xwe zêde bike neyê dîtin, vê gavê helwesta xwe; helwesta xwe ya ku rejîma Îranê qebûl nake tenê bi rengê fikrî û hestî nîşan dide. Lê em vê bêjin, Îran bi vî rengî nameşe. Wê were guhertin! Di bin vê êrîşê de wê guhertineke nava sîstemê çêbibe. Jixwe DYE li wê diğere, li guhertineke nava sîstemê digere. Di nava rejîmê de li guhertinekî diğere. Yan jî gel wê civaka Îranê bixin nava tevgerê û Îranê biguherin. Îran êdî bi vê nêzîkatiyê nikare dewam bike. Dîsa êrîşî Kurdan tê kirin. Êrîşî civakê dike.

Gelo hûn li bendê ne ku êrîşên Îranê yên li dijî Kurdan zêde bibin? Ji ber ku hem li hundir êrîşan dike, hem jî li dijî Başûrê Kurdistanê û komên Rojhilat êrîşan dike.

Erê, êrîş hene. Endamên PJAK'ê li aliyê Mahabad û Seqizê ne. 6 endamên PJAK'ê hatin qetilkirin. Dîsa Îranê dema endamên PDK'ê di sînor re derbas dibûn lê da, her dem lê dide. Ev tişt bi rastî nîşan dide ku polîtîkaya şaş û klasîk a Îranê ya di mijara Kurdan de berdewam dike. Bi vê re mirov nagihîje ti cîhî. Bi vê re ti encam nayê girtin. Bi vê re îradeya Kurdan jî nayê şikandin. Ji vî alî ve, an wê Îran polîtîkaya xwe biguhere ku divê polîtîkayê biguhere, an jî êdî daxwaza civaka Îranê û geşedanên li Rojhilata Navîn wê Îranê bi vê awayî an bi wê awayî biguherînin.

Hûn polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Îranê û ji ber wê jî polîtîkaya wê ya li ser Rojhilat çawa dinirxînin? Berê hem Hakan Fîdan hem jî Yaşar Guler derbarê PJAK'ê de dem bi dem daxuyaniyên wiha kirin, "Em agahiyên îstîxbaratî kêlî bi kêlî didin Îranê, em îstîxbaratê parve dikin". Tê gotin ku heke şer mezin bibe û geş bibe, dibe ku derbasî hundirê Îranê bibin û behsa Rojhilat dikin û dibêjin amadekariyên wan hene. Hûn îhtîmaleke wiha dibînin? Heke tiştekî wiha bibe, ev tişt dê pêvajoyê çawa bandor bike?

Ne wiha ye, tiştekî wiha tune ye. Tirkiye çawa ku destwerdanê li Rojava kir, nikare destwerdanê li Îranê bike. Ev hamaset e. Kurd jixwe li wir bi gelên din re dikevin nav têkoşîna guherandina Îranê. Heke tiştekî wiha bibe, ne tenê Kurd, gelên Îranê re dikare rewş û geşedaneke wiha derkeve holê.

Erê, Tirkiye heta niha jixwe endama NATO'yê bû, li dijî polîtîkaya DYE ya li ser Îranê nebû. Piştgirî dida. Dixwest ku Îran qels bibe, lê hilweşîna wê ji bo xwe guncaw nedît. Mirov dikare wiha bibêje. Lê xwest ku qels bibe. Astengî li ber polîtîkayên DYE jî çênekir. Heta Trump got "wan alîkariya me kir". Ev tişt teqez e. Heke bi awayekî din tevgeriyaba, civîna NATO'yê li Enqereyê çênedibû. Lê belê li Enqereyê Tirkiye bi temamî guherî. Ne ew polîtîkaya berê ya Îranê ye. Tirkiye niha dibêje: "Heke li Îranê guherînek çêbibe, ez ê bi DYE û heta bi Îsraîlê re tevger bikim da ku tiştekî li dijî me dernekewe holê." Niha polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Îranê ev e. Xwe bi polîtîkaya DYE ve girêdaye. Armanca wê tenê ev e ku guherîneke li Îranê li dijî berjewendiyên wê nezivire.

Îddîa hene ku Tirkiye dixwaze li vir jî, yanî li Rojhilat û Îranê jî mîna Sûriyeyê hêzên wekîl bikar bîne. Heke rewşek wiha çêbibe, ev tişt di heman demê de nabe sedema şerê hundirîn ê nû?

Niha tiştekî bi vî rengî heye: Li herêma ku jê re Azerbaycana Rojava tê gotin, Kurd û Tirk di nav hev de dijîn. Bêguman giraniya nifûsa Kurdan li başûrê Azerbaycana Rojava ye; mînak Mahabad li wir e. Di rewşek wiha de, Tirkiye dikare Azeriyan û Kurdan bîne beramberî hev. Agahiyên wiha digihîjin me. Lê Kurd hişyar in. Kurd naxwazin bi Azeriyan re bibin dijmin. Ew bi hev re dijîn. Jixwe ti dijminahiya Kurdan bi ti gelî re tune ye. Lê dewleta Tirk dikare tiştekî wiha bike, mimkun e. Heta ku dewleta Tirk pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser neke, ew ji bo Başûr jî, ji bo Rojava jî û ji bo Rojhilat jî belayek e. Heke pirsgirêka xwe ya Kurdan çareser bike, wê demê nêzîkatiya wê ya li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê jî dikare ji wê rewşa neyênî derkeve.

Tifaqeke bi Îranê re, li ser meseleya Kurd li dijî Kurdan dibe tifaqek jinûve were çêkirin? Gelo hûn xeteriyeke wisa dibînin?

Zehmet, ev nabe, şert û mercên siyasî ji vê re ne destdayî ne. Di rewşek wiha de ez vekirî bêjim, her du jî wê winda bikin. Ev ne mîna dema Serhildana Agiriyê ye. Kurdan xwe rêxistin kiriye, li her aliyên wê hêza rêxistinkirî, hêza siyasî heye, bandora wê heye, têkiliyên wê hene. Êdî mîna sedsal berê li Kurdan temaşekirin, bê feyde ye.

Başe, herî dawî ez vê bipirsim. Bi Pêvajoya Civaka Demokratîk re em behsa medyaya Kurd, çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dikin. Em behsa mafên esas dikin. Bendewariyên rêxistinên civakî yên sivîl jî hene. Gelo hûn medyaya Kurd çawa dibînin? Gelo hûn performansa medyaya Kurd têrker dibînin?

Niha, erê medyaya Kurd hewl dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vebêje. Lê belê divê hîn zêdetir afirêner be. Divê bang li civakê bike, dengê civakê bibihîze, bikeve nava civakê. Weşanên wê divê hinek din jî bandorê li civakê bike. Di rewşa heyî de mîna ku ji dûr ve bang li civakê tê kirin. Civakê tevlî vî karî nake, divê tevlî bike. Her wiha divê bang li gelên Tirkiyeyê jî bike. Divê bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî bike. Di demên dawî de di medyaya Kurd de tengbûn, xwe bi Kurdan re sînordarkirin heye, divê xwe bigihîne gelên din û hêzên demokrasiyê û wan jî tevlî vî karî bike, têkildarî vê yekê nebesiyên diyar hene. Berê zêdetir bang li hêzên demokrasiyê, civaka Tirkiyeyê û gelên din dikir. Têkildarî vê yekê, kêmahî û nebesî hene. Ji vî alî ve medyayek girîng heye, lê berhemê wê têrker nîne. Bê guman kedekê didin, em wê dibînin. Lê ji bo bersiva keda xwe tam bibînin, divê hîn zêdetir afirêner bin.